Opret din egen bruger profil

| Dansk | Kurdî | (kommer snart)



ROJ TV

ROJ TV

ROJ TV

ROJ TV

ROJ TV

Azadiya Raman û Tirkiyeyê

FELEKNAS UCA, Feleknasuca@web.de

Ez di nav gengesiyên jiyana civakî ya bajarê Amedê de dinivîsim. Pistî gihistina xwe ya Amedê, besdarê dadgeha saredaran, ewên ku ji ber nameya ku ji Serokvezîrê Denîmarka hatîbû rêkirin ceza girtin bûm. Ez bi hempîseyê xwe yê Danîmarkî, endamê Parlamena Ewropa Soren Sondergard, bi navê Kom a Çep a parlamenê wek çavder çûbûm Amed’ê û em ji bo pistgiriya saradarên DTP’yî di dadgehê de amade bûn.

Ez bi kurtî dikarim bêjim ku rûnistina dadgehê wek sov a Wezîrê Karê Hundir êTirkiyeyê bû. Bi ditîna min ev dadgeh ne tenê li hember saradarê DTP herwaha li hember ziman û nasnama kurdî bû. Li Tirkiyeyê bi sedan bernameyên televîzyonê yên tirkî hene. Lê bi nîzamî bernameyeke televîzyonê bi kurdî nîn e. Tenê TRT di hefteyê de carêkê yêk seet, ji bo girêdana çavê YE’yê, bi kurdî wesanê dike. Bernama yêk saetî, maskeya hikûmatê ye. Di rêya TRT’yê dixwazin ku polîtîkaya dewlemendiya çandan li Tirkiyeyê dekore bikin. Lê cezakirina saredaran carêke din destnîsan kir ku, rexneyên Saziyên bê dewlet NGO’yan û rexnegirên Tirkiyeyê rast e û li Tirkiyeyê mirov nikare serbest ramana xwe bîne zimanê.

Ev dadgeh, tengbûna Tirkiyeyê ya li hember raman û rexneyê nîsan dide. Vê dadgehê carêke din, tinebûna mafên demokratîk li Tirkiyeyê da xuyakirin. Lê Tirkiyeyê dizane ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bi sedan car Tirkiyeyê ji ber binpêkirina ramana azad û azadiya çapemeniyê ceza kiriye.

Ez bawerim ku, Tirkiyeyê ji ber bîryara dadgehê ya derbarê saradarên DTP’ê de wê disa ji DMME ceza bigire. Lê ez dixwazim bipirsim: Saziyên hiqûqê yên Tirkiyê bi bîryarên wisa, dixwazin çi bidest bixin?

Ez dixwazim li ser encama dadgeha saredarên DTP‘ê du têbiniyan bînim ziman: Li Tirkiyeyê belavkirina ramana rexnegir qedexe ye. Ev yek dibe sedema astengirina pêsveçûna demokrasiyê. Tirkiyeyê televîzyonêke kurdî naxwaze û bi cezakirina saradarên ku pistgiriya televîzyona kurdî kirin, helvest û bêtehmûliya xwe li hember ziman û nasmana kurdî diyar dike. Wek çapemeniya kurd jî agahdar dike, di rojên dawiyê de, di derheqe pir kesan de, ji ber axaftin û ramana wan, ji xala 301’emîn lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tirkiyeya ku dixwazê bibe endamê YE’ye, ceza dide 50 saredarên ku bi dengê gel hatine hilbijartin. Tirkiyeya ku bi gotina serokvezîr û serok komar demokratîk e, rê nade ku parlamenter bi kurdî biaxifin. Xwuya dike ku, Tirkiyeyê di demên pês de de rê li ber bigire ku, saredar û endamên parlamenê besdarî bernameyên Roj TV bibin. Lê ev biryara dadgehê encam nade. Ji ber ku, kesên heta îro besdarî bernameyên Roj TV bûne, ji îro sûnve jî besdar bibin û alîkariya televîzyonê kurdî bikin. Ji ber vê yekê jî ez kampanya pistgiriyê ya ji bo Roj TV’ye girîng dibinîm. Û bang li hemû demokratan dikim ku pistgiriya vê kampanyayê bikin. Ji bîr nekin! Îro dadgeh li hember saredaran hat mesandin, sibe jî dora we be.

<-------------Kampanya